Teqîna mayînan û mirinên ne asayî li Îranê bi dawî nayên

15:45 - 17 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbas bûna 26 salan bi ser şerê Îran û Îraqê re, hîna qurbaniyên siyasetên qirêj ên Xumênî û Sedam li Kurdistanê dom dikin. Teqîna mayîneke çandî a serdemê wî şerê malwêranker, ciwanek li Qesirşîrîna rojhilatê kurdistanê ji jiyanê bêpar kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi sedema teqîna mayîneke çandî li navçeya sînorî a Kirmaşanê, ciwanekî 24 salî yê bi navê Celal Behramzade jiyana xwe ji dest da.

Mayîn di devera“Tenge Himam”a gundê “Darxûr”ê ser bi beşa navendî a Qesirşîrîna Kirmaşanê teqîya û mirina ciwanê navborî bi pey xwe hîşt.

Bi teqîna wî Mînê re herwiha 7 siwalên wî welatiyê Kurd jî telef bûn.

Hêjayî gotinê ye gor nûçegihaniya dewletî a “Îrna”: Ji destpêka evsal a Rojî heya niha, 19 kes bi sedema teqîna mayînên bi cih mayî ji şerê Îran û Îraqê, hatine kuştin û birîndar kirin.

Pêştir jî cotkarek bi navê Nûrelî Seferî ji gundê “Tingab Kuhne”ê ser bi Qesirşîrîn, di dema kar û xebatên werzekarî de, bi teqîna mayîneke çandî jiyana xwe winda kiribû.