Teqîna mayînan li Kurdistanê bi dawî nayê

15:48 - 14 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Teqîna mayînekî li bilindiyê “Çike Mûsa”ê bajarê Mîhran li parêzgeha Îlam a rojhilatê Kurdistanê, birîndar bûna welatiyekî kurd bi pey xwe hîşt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja înê (13/2/2015’an), welatiyekî Kurd yê bi navê Elî Mulayî kurê Hewas şêniyê bajarokê “Îslamiye” ê Mhran, bi sedema teqîna mayînekî çandî bi tundî hat birîndar kirin.

Çavkaniyeke agah li Mêhrana ser bi Îlama rojhilatê kurdistanê ragihand: Hemwelatiyê Kurd ê navborî li bilindiyên “Çike Mûsa”şiwanîtî kiriye ku bi nişkave bi teqîna mayîneke çandî re rû bi rû dimîne û bi tundî tê birîndar kirin.

Wê çavkaniya nûçeyan eşkere kir: Elî Mulayî ji ali ser û çavan birîndar bûye û niha li nexweşxaneyeke bajrê Mêhran dimîne ku bijişkan rwşa tendurustiya wî normal îlan kirin e.

Pêştir jî bi sedema teqîna mayînan li devera “Çizabe” a parêzgeha Xuzistana Îranê, welatiyekî Kurd ê Kirmaşanê bi navê Feramerz Esedîfer temen 22salî, jiyana xwe ji dest dabû û welatiyekî din ê binavê Emîn Mîrişkar jî bi tundî birîndar bû.

Herwiha sala borî, jêderên herêmî ên parêzgeha Îlamê ragihandibûn: Ji sala 2006-2007’an heya dawiya sala 2012-2013’an, 810 hevwelatiyên Kurd li Îlam, Mêhran û dêhluran, bi sedema teqîna mayînên bi cih mayî ên şerên Îran û Îraqê kêmendam bûne.
Parêzgeha Îlam 430 km, sînorê hevpar ligel Îraqê heya ku bi derbas bûna 26 sal li ser şerê navbera Îran û Îraqê re, hîna teqîna mayînan li wan deveran qurbaniyan bi xwe digre.