Teqîna gaz, canê welatitik ji Makû, jê sitand

18:17 - 29 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik ji Xelkê şarika “ Şot”a ser bi şarê Makû, li parêzgeha Azerbaycana rojava, li sedem teqîna gazê canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, lawik 30 salî ji xelkê şarika “ Şot”a ser bi şarê Makû bi hegera teqîna gaz, tûşî şevitînê bû û paşî 1 roj man li nexweşxana Ormî, li sedem şevata asta bilind, canê xwe ji dest da.

Tê gotin ku ev qewimiya li sedem ne-standard bûna tiştên gazî li naw mala vî welatiyî dehatiye pêş û derbên maddî ji bi wê malê daye.

Her wisa sibêzûya îro, Sêşemî, 7ê Xezelwer, saziyik li xiyawana Islam Abada şarê Selmas, li sedem teqîna gaz bi giştî hiloşiyaye û çend saziyên dorê jî tûşî zerera %40 - %60 bûne.

Gorekî statîstîkên rêxirava duxtoriya dadeweriya parêzgeha Azerbaycana rojava, li despêka heyva Xakelêwa îsal heya kutayiya heyva Gelawêj, gelemper 39 welatî li parêzgehê li sedem gazgirtin û şevata zêde ji ast, canê xwe ji dest dane ku, 27 ji wan jin û 12ên din mêr bûne.

Her wisa gorekî statîstîkên vê rêxiravê, li midê sala 1391a rojî de, gelemper 21 welatî li parêzgeha Azerbaycana rojava li sedem gazgirtinê canê xwe ji dest dane.

Li sal, bi 10an welatî li welatê Îran, li sedem ne-standard bûna tiştên gazî û her wisa nebûna çavdêriya pêwîst ser gargehên berv anîna tiştên gazî û ji aliyik din de jî, xemsariya welatiyan ser berçav negirtina mercên sêkiyoritiyê, dibin qurbanî.