Teqîna 6 bombeyan li Seqizê

13:31 - 24 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Teqîna 6 bombeyan li seqiza rojhilatê Kurdistanê tu zirarên canî bi pey xwe nehîşt.

Li gorî raporta ajansan nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan 6 bombe li bajarê Seqizê hatin teqandin ku şêniyên deverê, hikûmeta Îslamiya Îranê berpirsê wan teqînan destnîşan dikin.

Çavkaniyeke nûçeyan peyamnêrê Kurdpa agahdar kir ku şeva çarşemiya borî du tiromblên cûneyên siwarbûnê li meydana Kerîmava (Moelim) ya Seqizê, 6 bombe teqandin û li cihê bûyerê bi dûr ketin.

Wê çavkaniya nûçeyan di berdewamiya axaftiana xwe de amaje bi vê yekê jî kir: Zêdeyî hefteyekî ye ku hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê li nav bajarê Seqizê bi cih bûne û dest bi lêgerîn û vekolîn ji welatiyan kirine.

Hemwelatiyên bajarê Seqizê li ser vê baweriyê ne ku bi plana hikûmeta Îslamiya Îranê ew teqîn tên encam dan; jiberku dixwazin bajrarên kurdistanê mîlîtarîze bikin.

Hêjayî gotinê ye beriya niha bi hefteyekî bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve hat dorpêçkirin û 15 gurdanên topxaneyê li wir bi cih bûn.

Fermandarê giştî ê hêzên topxaneyên Îranê da zanîn ku ew bi cih kirina topxaneyan bi armanca berevanî kirin ji xaka Îranê, hember hêzên opozosiyon û dijberên şorişa wî welatî, tên encamdan.

Gotina qaşo şoriş (zid Înqilab) li wêje û edebiyata hikûmeta Îslamiya Îranê de, bo hêzên Kurd ên opozosiyona wî welatî tê bikar anîn.