Teqeyên Hêzên Spaha Pasdaran, bû sedema birîndarbûna du kolberên Kurd

15:54 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa kurdpa: Du Kolberên xelkên bajarê Pîranşarê, bi teqeyên Hêzên Spaha Pasdaran birîdarbûn, û bo nexweşxaneya “Îmîrcînsî” a bajarê Hewlêrê hatine veguhastin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 8`ê Gelawêjê, demjimêr 2`ê piştî nîvro, du Kolberên Kurd ên bi navên “Mihemed Çûkelî û Mihemed Husênzade” ên xelkên bajarê Pîranşarê, bi teqeyên rasterast a Hêzên Spaha Pasdaran birîndarbûn.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li raportekê de ragehand: Ew du Kolberên Kurd, ji aliyê Spaha Pasdaran ve, li cihek bi navê “Şaxe rûxaw” dinav axa herêma Kurdistanê de teqe lê kirine.

Li gorî vê raportê: Ew du Kolberane destpêkê jibo nexweşxaneya bajarê Çomanê hatine veguhastin, û piştre bi sedema kurahiya birînan wan, bo nexweşxaneya “Îmîrcînsî” a bajarê Hewlêrê veguhastin.

Ew du Kolberên Kurd, niha li nexweşxaneya Îmîrcînsî a bajarê Hewlêrê di jêr tedaviyên pizîşkî de ne.