Teqeya hêzên rejîmê ji kolberên Kurd sê kuştî û birîndar li pey xwe re anî

21:27 - 4 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Teqeya hêzên Întzamî yên Hikûmeta Îslamî a Îranê ji kolberên Kurd li sînorên bajarê Urmiyê de, 3’ê kuştî û birîndar bi dû xwe re anî.

Li gorî rapora gihîştî bi Nûçegîhaniya Kurdpa, di encama teqeya hêzên leşkirî yên hikûmeta Îranê ji kolberên Kurd di devera Mirgewer a ser bi prêzgeha Urmiyê, 2 kolber hatin kuştin û yekî din jî bi dijwarî birîndar bûye.

Bûyera han, êvariya roja Şemî, 3’ê Îlona 2016’an, li bilindahiyên Dalanper a parêzgeha Urmiyê de qewimiye.

Nûçegîhanê Kurdpa di bajarê Urmiyê de ragehand ku: van Kolberan bona bijîva jiyana malbatên xwe rû ji vî karê giran û metirsîdar ê kolberiyê di herêmên sînorî de kirine.

Wî nûçegihanî nasnameya 2 ji kolberên kuştî eşkere kir “Feysel Wefayî û Derwêş Feqîpûr” xelkê gundê Susnava ya ser bi devera Mirgewer a Urmiyê ne.

Herwiha kolberê birîndar jî Seyad Mîrxanpûr, xelkê gundê Bêrasipî ya devera Mirgewer e.

Di çend rojên derbazbûyî de, ji ber teqeya hêzên leşkirî yên Hikûmeta Îranê ji kolberên kurd di bilindahiyên Dalanper a Urmiyê de, Lezgîn Şe’ibanî xelkê gundê “Kolebî” a ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da û 2 kolberên din jî bi navên Emîn û Babek Şeibanî bi dijwarî birîndar ketin.

Berpirsên leşkirî û hikûmetî ên Îranê di devera Mirgewer a Urmiyê de pêşî ji dozvekirina mabata kolbrê Kurd yê bi navê Lezgîn Şeibanî girtin.

Di demên derbazbûyî de jî Salih Nîkbext, Parêzerê Kurd di gotûbêja digel Ajansa Nûçegîhaniya Kurdpa re dabû zanîn ku: ‘’Di heyama çend salên derbazbûyî de, hemû haletên kuştina kolberan berqest bûye û teqekar û encamderên van kiryarên li dijî kolberên Kurd, nahên mehkemekirin û ji aliyê yasayê ve têne parastin.