Teqekirina rasaterast a hêzên rejîma Îranê li kolberan di kurdistanê de dom heye

16:29 - 16 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Teqekirina rasterast a hêzên hikûmeta Îslamiya Îranê li kolberan, jiyana kolberekî din ê Kurd jê stand.

Li gor rapora ku gihîştiye nûçegîhaniya Ajansa Kurdpayê, roja Şemiyê 15’ê Çiriya Pêşîn, kolberekî din ji ber sedema teqeya rasterast a hêzaên rejîma Îranê jiyan xwe ji dest da.

Nasnameya wî kolberê kurd, Hesen Emîniyê Rewend, xelkê gundê “Gole Şêxan” a girêdayî navçeya Soma Biradostê hatiye ragehandin.

Roja Înê 15’ê Çiriya Pêşîn jî, kolberekî din yê kurd bi navê Ehmed Nezerî ji ber sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê,di sînorê “Şêx Sêle” ku girêdayî Selasa Bawecanî ye, jiyana xwe ji dest dabû.

Her sal zêdeyî dehan kesî, ji kolberan, di sînorên kurdistanê de, jiyana xwe ji dest didin,ku piraniya wan, bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê têne kuştin.

Heyanî niha tu kesekî hiqûqî yan jî heqîqî di derbarê wan bûyerên teqeya rasterast a li kolber û kasibkarên ser sînorên kurdistanê, nehatine dadgehîkirin, û dosiyeyên kesên ku birêndar bûne yan jî jiyana xwe ji dest dane, bi hêceta parastina sînoran bê encam maye.

Kurdistan ji ber sedema nebûyîna navendên sen’etî û sermayedanîna dewletî, di rewşeke xirap ya aborî de ye, û nirxa bêkariyê jî, di Kurdistanê de, li çav navçeyên din zêdetir e.