Tenê %40 ji xelkê Îranê dikarin mifahê ji sîstema averoyê wergirin

21:32 - 29 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Cihgirê beşa karûbarên kompaniyaya av û averoya Îranê ragehand, tenê %40 ji xelkê Îranê dikarin mifahê ji sîstema averoyê wergirin.

Cihgirê beşa karûbarên kompaniyaya av û averoya Îranê Hemîdriza Teşî’î di axivtinekê de bo rojnameya “Efkar” tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ku rêjeya wan kesên di Îranê de, mifahê ji ava bajar werdigirin 14 milyon kes in, got: “Tenê %40 ji xelkê Îranê dikarin, mifahê ji sîstema averoyê wergirin”.

Karnasên warê bajarsazî û endazyariya vê beşê, berdewam gilî û gazinde ji piştguhvexistina vî biyavê jiyana hevwelatiyan ji aliyê berpirsyarên hikûmetî ve girtine.

Li gora dawî serjimêriyan di Îranê de, tenê 75 parzîngehên averoyan heye, ku tenê hêz û şiyana parzîngkirina %9 ji averoyan heye, %91 ji avên pîs yan dirêjne nava rûbar û çeman, yan jî zewî hildimije, ku eva bixwe tirseke mezin e li ser jîngeh û tenduristiya jîndaran.

Sîstema averoyê di demekê de, di Îranê de bûye kêşe û kirîz ku di welatên Rojavayî de, ji bilî beşa parzîngkirinê çendîn mifahên din jî jê tê wergirtin, bo mînak li beşa sotemenî û madeyên xûrakî û bax û daristanan û zewiyên çandiniyê.