Tendirustiya Zeyneb Celaliyan piştî berdewambûna li ser girevê ne baş e

21:27 - 7 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Rewşa girtiyeke Kurd di girtîgeha bajarê Xoyê piştî girevê ne baş hatiye ragehandin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, Zeyneb Celaliyan girtiya siyasî a Kurd di girtîgeha bajarê Xoyê pê daniye nava 11.mîn sala di girtîgehê de, û bi sedema zêdetir ji yek salî gireva derzî dermanan û pêrenegihîştina pizîşkî di rewşeke ne baş ya girtinê de derbaz dike.

Li gora çavkaniyeke agehdar di heyama sala borî de, berpirsên girtîgehê bi awayê berdewam digel çareseriya pizişkî ya vê girtiya siyasî a Kurd li derveyî girtîgehê dijberî kirine.

Ew çavkanî di dirêjiyê de dibêje: Serbarê pêşniyara malbata vê girtiya siyasî ya Kurd bona bidawîanîna bi girevê, Zeyneb gireva xwe domandiye.

Vê çavkaniyê bas ji vê yekê jî kiriye ku: Ew girtiya siyasî ya Kurd bi giranî nexweş e, û hewcehiya wê bi çavdêriya taybetî ya pisporî li derveyî girtîgehê heye.

Pêştir jî Zeyneb Celaliyan di girtîgeha Kirmaşanê tûşî nexweşiya “Naxunek” bibû, û ew nexweşî bû sedema lawazbûna çavên navbirî, heya niha jî tu hewlek bo çareseriya wê nehatiye dan.

Li gora rapora Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî, berpirsên girtîgehê û Dezgeha Dadweriyê serbarê rewşa nebaş ya tendirustiya Zeyneb Celaliyan girtiya siyasî ya mehkûm bi girtina heta-hetayî digel çareseriya pizîşkî ya navbirî li derveyî girtîgehê dijayetî kirine.

Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî amadenebûn bo çareseriya pizişkî bo Zeyneb Celaliyan wekî cezayeke tund û wergirtina îfadeya bizorî ji navbirî bi nav kirine.

Zeyneb Celaliyan bi tawana endametî û hevkariya digel yek ji partiyên Kurdî ên opozisyona hikûmeta Îranê wekî “Miharib” hatiye naskirin.