Temenê Xwe kuştinê li Kurdistanê gihîşte 8 saliyan

13:11 - 5 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Temenê xwe kuştinê li Kurdistana Îranê li heyamê çend mehên bihurî de bi awayekî berçav zêdebûye û her di vê pêywendiyê de zarokek temen 8 salî li bajarê Pîranşehrê dest bi xwe kuştinê bir.

Çend rojan beriya niha zarokek binavê “H.N”yê temen 8 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê seva vê yekê ku dayîk û bavê vî alavên lîstikê bo nekirîne, bi mifah wergirtin ji doxîna xwe hewila xwe kuştinê da.

Kurê han ji aliyê dayîk û babê vî tê rizgar kirin û jibo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatiye şandin û niha di pişka “ICU”ya nexweşxaneyê de di bin çavedêriya pizîşkî daye.

Her wisa çand rojan beriya niha jî qutabiyek pola çar ya destpêkî binavê “Sefûra Seîde”ya temen 10 salî û xelkê gundê “Peswê”ya ser bi bajarê Pîranşehrê seva agir berdan bi bedena xwe canê xwe ji dest da.

Berê jî zarokek 10 salî û xwendevanê pola 4 ya destpêkî li bajarê Urmiyê jibo ku zext û giwaşan bixe ser bavê xwe,dawî bi jiyana xwe anî bû.

Ji aliyek din heyamek beriya niha kurek 15 salî yê Îlamî seva kêşe û pirsgirêkan tevî malbata xwe,hewila xwe kuştinê dabû.

Karnas û pisporên civakî belengazî û pirsgirêkên civakî wek sedemê sereke yê xwe kuştina zarokan didin zanîn.