Tehrîfek din a Dîroka Kurdan hat îsbat kirin

12:55 - 16 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Bi belgeyan hate îspatkirin ku, ji pirtûkên Seîdê Kurdî (Rîsale-î Nur) peyvên wek \"Kurd û Kurdistanê\" hatine derxistin û şûna ev peyvana \"Şarkî Anadolu\" û \" \"Şark\" hatine bicîhkirin. Ev tehrîfata, ji aliyê telebeyên wî ve hatine kirin.

Derkete holê ku telebeyên Seîdê Kurdî (Nursî) li ser pirtûkên wî (Rîsale-î Nur) tehrîfat kirine. Lêkolîner “Ebdulah Can” li ser vê tehrîfkirina berhemên Bedîuzzaman Seîdê Kurdî xebateke xwe weşand û bi belgeyan îspat kir ku, peyvên \"Kurd û Kurdistanê\" ji Rîsale-î Nur\'an hatine jêbirkirin.

Di belgeyan de eşkere tê dîtin ku, şûna peyva \"Kurdistan\" peyva \"Şarkî Anadolu\", şûna peyva \"Kurd\" jî peyva \"Şarkî\" hatiye bicîhkirin.

Ji tehrîfkirina berhemên Seîdê Kurdî çend mînak: Kurdên niha (şimdiki Kurtler) kirine;Şarkîyên niha (şimdiki dogulular).

Kurdan (Kurtler) kirine Hemwelatiyên min (hemşehrilerim). Kurdên li Kurdistanê (Kurdistandaki Kurtlerin) kirine;Eşîretên li bajarên Rojhilat (Vilayet-i Şarkîyedekî aşiretlerin). Seîdê Kurdî kirine Saîd-î Nursî.

Li Kurdistanê (Kurdistanda) kirine; Li Anadoluya Rojhilat (Şarkî Anadoluda).Kurdek (bir Kurt) kirine; Rojhilatiyek (bir Şarkli).

Jêder:avestakurd