Tawana we Kurdbûn e

15:56 - 11 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Nameya girtiyên Siyasî – Eqîdetî ên Kurd li girtîgeha “Recayî Şehr a Kerecê” bona serbestberdana 2 girtiyên berevankarê Mafê Mirovan, hate bersivdan.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, Atêna Da’êmî çalaka mafê zarokan ku niha di benda jinan a girtîgeha Êwînê de hebs e, nameyek bo girtiyên Siyasî – Eqîdetî ên Kurd li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê weşand.

Atêna Da’êmî di nameya xwe de dibêje ku; “Êş û elemên Kurdên welatê min, ji girtiyên di hebsê de bigre heya kolberan, her hebûye û niha jî heye”.

Girtiyên siyasî ên Kurd ku hejmara wan ji 50 kesî derbaz dibe di nameyekî de ku roja 22’ê Sermaweza îsal weşandin, daxwaza serbestberdana demûdest û bê merc a Atêna Da’êmî û Nergês Mohemmedî kirin.

Atêna Da’êmî ya temen 28 salî di beşek din a nameya xwe de dibêje ku; “Kêf xweş im ku we ez anîm bîranîn, û xembar im ku ez kî me li hemberî Zeyneb Celaliyan û ew Çavên ku roj bi roj roniya xwe jidest didin”.

Atêna di doma nameya xwe de bas ji ferq û cudahiyên dijî Kurdan dike û dibêje ku; “Derheq me hemûyan û her yek bi awayekî zulim tê kirin û me hemûyan êşek hevpar heye, lê ez li koderî û hûn yên rêzdar li koderî? Hûn di dema jidayîkbûna xwe de bi sedema Kurd bûn û Sunî bûnê mehkûm û tawanbar in û ez jî mehkûm im bi dîtina wan hemû zulm û zordariya li dijî we”.

Atêna Da’êmî ku cezaya 7 sal hebsê biser de hatiye sepandin, di dawiya nameya xwe de, serbarê rêzdanana bo soz û berxwedana girtiyên siyasî ên Kurd, serê xwe bo êş û elemên wan ditewîne.