Tariq Siwêdanê Kowêytî piştgiriyê dide serbixweyîya Kurdistanê

21:35 - 28 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Taqiq Siwêdan bîrmendê binav û deng ê welatê Kowêytê, di namneyeke vekiriî de, piştgiriyê dide serbixweyîya Kurdan.

Tariq Siwêdan ku bîrmend û bangxwaz û lêkolerekî binav û dengê ê Erebane li welatê Kowêytê, nameya xwe liser tora civakî ya Facebookê û bi nav û nîşana “Kurdan” bo cîhan û bitaybetî welatên Erebî dişîne.

Siwêdan di namneya xwe de serbarê vê ku gellek bi erênî basê netewa Kurd dike, dibêje ku, Kurd xwediyê dîrokek zengîn û rengîn in, xwediyê tekoşîna mezin in, xwediyê rewiştek bilind û rind in, di bihorînê de resen in, û herweha bi îman in.

Siwêdan ku di nava netewa Ereb de xwediyê nifûz û heşîmetek mezin e dibêjît, wî çaxî ku min li Amerîkayê û piştre li welatên Erebî ders dixwand, çend Kurd nas kirin, ew Kurd bûne sedem ku ez pitir ji Kurdan hez bikim.

Tariq Siwêdan herweha di beşek din a nameya xwe de dibêje ku, heyamê çend sedsalane ku zulm û zorî liser Kurdan e, lewra hewce ye û liser me hemûya ne ku, em piştgiriyê bidin mafê qeder û çarenivîsa Kurdan û eva jî, mafê hemû gel û neteweyekê ye li cîhanê.