TARA CAF: KILASÎKÊN KURDÎ ESÎL IN

14:35 - 22 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hunermenda Kurd, Tara Caf da xuyand, Mûzîka esîl û bingehîn a Kurdî, Kilasîk e.

Tara Caf di Got û Bêjekî de tewlî Dengê Amerîkayê got: Zimanên ku li Kurdistanê bi ser Kurdî de serdest in, zêde têkelê Mûzîka Kurdî bûne û destnîşan dike ku li gorî wê Mûzîka Kurdî ya resen istiranên Kilasîk nemnaze ji Hewramî ne.

Hunermenda Kurd, di sala 2005\'ê de ji Kom Mûzikê albuma xwe ya bi navê “Diley Dêwanem” a ku ji, Istiranên Hewramî pêk tê, derxist.

Di mûzîka Kurdî de Enstrumenta Harpê ji aliyê kêm hunermendan ve tê bikaranîn. Jiber vê yekê jî dema ku behsa Harpê dibe navê ku tê bîra mirov hunermenda Kurd Tara Caf e ku ew bi dengê Harpa xwe şêwe û ruhek nuh dide muzika Kurdî.

Tara Caf xebatên xwe yên Mûzîkê bi konsertan dewam dike lê di gelek projeyên hevpar de bi Harpa xwe cîh digire.