Talebanî artêşa Iraqê hişyar kiriye

12:53 - 9 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Berdevkê resmî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Cundiyanî ragihand ku Serokomarê Iraqê Celal Talebanî hişyarî daye fermandeya artêşê Iraqê û ji wan re gotiye ku tişta ew dikin nedestûrî ye.

Azad Cundiyanî di vê mîjarê de ji malpera resmî ya YNKê re gotiye: “Serok komarê Iraqê Celal Talebanî nameyeke ji Fermandeya Hêzên Bejayî yên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re şandiye.’’

Serok komarê Iraqê Celal Talebanî di maweya bihorî de di vê mîjarê de gotibû; “Proseya siyasî ya Iraqê rûbirûyê metirsiyê bûye û sedema wê jî ew e ku di navbera aliyan de bawerî nîne, bi awayekî ew metirsî carna komkirina hêzê digel e û amajeyeke ku hêzê li dijî hev bikar bînin.’’