Tahir Elçî serokê sendîkaya parêzerên Amedê li goristana Yenîşehrê de hate veşartin

20:27 - 30 Çirriya paşîn 2015
Kurdpa: Tahir Elçî serokê sendîkaya parêzerên Amedê ku li encama şer û pevçûna di navbera polîs û hinek çekdarên nenas de hatibû kuştin, li goristana Yenîşehrê de hate veşartin.

Ew rêûresm di destpêkê de, li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hate lidarxistin.

Piştre xelkê beşdar di rêûresmê de, ku gellek ji heval û hevkarên wî jî di nav de bûn, darbesta Elçî ku bi rêngên kesk, sor û zer û ala sendîkaya parêzeran hatibû pêçandin, ber bi goristana Yenîşehrê ve birin, û di nav diruşma “şehîd namirin” de bi axê spartin.

Herwisa Demîrtaş hevserokê HDP di merasimê de axivî û got:
“Tahir Elçî heta çirkeya dawî ya jiyana xwe jî behsa aştiyê kir, mîratê wî ji bo me ev e. Me gellek êş dîtin. Me her roj cenaze rakirin. Helbet dê aştî were welatê me…Yên ku hizir dikin bi van êrişan emê bitirsin, xwe dixapînin”.

Temenê Îlçî 50 salî bû û xwediyê du zarokan jî bû. Berê Tahir Îlçî di gotubêjek digel CNN a Tirkî, gotibû ku PKK rêxstineke terorîst nîne û qedexe bûyîna çalakiyên vê partiyê di Tirkiyê de bi tundî rexne kiribû.

Lewra jî PKK dibêje ku navbirî bi gulleyên polîsên Tirkiyê hatiye kuştin, lê Dewleta Tirkiyê jî PKK di kuştina Elçî de tawanbar dike.