Sûriye- Kurdan nifûza xwe ya siyasî-leşkerî sê qat zêdetir kirine

23:05 - 23 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de DAÎŞ’ê %14 ji xaka di bin destên xwe de ji dest daye, Kurdan %186 bi xaka xwe ve zêde kirine, ku pêştir di destên Kurdan de nebû.

Li gora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, DAÎŞ li sala 2015’an de, li encama êrîşa hêzên hevalbend û hêzên Kurd de, nêzî %14 ji xaka ku dagîr kiribû, ji dets daye.

Li gora lêkolîna kolêja Amerîkayî ya “HIS” ew herêmn ku ji detsên DAÎŞ de derketie, zêdetir ji 13 hezar kîlometra çargûşe dibe.

Di hember de Kurdan karîne ku rûbera xaka xwe berfirehtir bikin. Girê Spî û otobana di navbera “Reqa” û “Mûsilê”, ji wan herêman in, ku ketin bin destên Kurdan de.

Herêmên bakura Sûriyê ji aliyê Rojhilat û ji sînorê Kurdistana Îraqê ve bigre heya rexê Medîterane li Rojava, herêma li jêr nifûza Kurdên vî welatî de tê hesibandin. Kurdan heya berî êrîşên DAÎŞ jî sê kantona ava kirine.