Şûnwarên arkiyolojîkiyê Kengawer ber bi ji naw çonê diçin

18:56 - 2 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: parçeyik berçav ji şûnwarên dîrokî û kevnarên şarê Kengawer li parêzgeha Kirmanşan li metirsiya ji naw çona yek carî deye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, şarê Kengawer bi hegera hebûna çendîn hukûmet û her wisa sentera hin Ol û bawir li dewrên dîrokê, bi dewerik dîrokî û kevnar tê hesibandin.

Xebatkarên mîratên çandî yên parêzgeha Kirmanşan ser wê bawirêne ku, kêmiya bûdce, nebûna birê birinik modern û xemsariya dezgeha “ mîras ê ferhengî” wa kiriye ku hejmarik ji şûnwarên bi qîmetên arkiyolojîkî yên şarê Kengawer tirsa ji naw çona wan ser be.

Perestişgeha Anahîta, saziyên himamên Tewkkul, Esqerxan û himama mezina saziya “ Qemer Xanim”( Sarî Eslanekan(Şêrên Zer)) ji wan şûnwarên arkiyolojîkên bi qîmetin ku metirsiya ji holê rabûna wan heye.

Bi gotina xebatkarên çandî, ew şûnwarên dîrokî binavê şûnwarên “ Millî”(Netewî) hatine tûmar kirinê, lê tinê navên wan li çarçova şûnwaran de bi cî maye.

Li nawa wan şûnwaran de, perestişgeha Anahîta berçave û dîroka çê kirina vê diziwire ser dema hukumdariya Sasaniyan û bi Duyemîn saziya kevir paş Text ê Cemşîd li Tikab, tê hisêb.

Dîrok nivîs awirên wan eve gorekî hindê ku dor û bera vê perestişgehê kaniyên av û avên zor li vir hebûne, navê “ Anahîta” lê kirine û Anahîta bi mana, paswanê avê an firîşte ( firî tişte) ye.
\"15760.jpg\"

\"15763.jpg\"

\"15764.jpg\"

\"15761.jpg\"

\"15762.jpg\"