Şûnwareke dîrokî di Sewlavayê de hate dîtin

20:08 - 7 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Şûnwarekî dîrokî ku dîroka wê vedigere bo 5 hezar sal berî niha, di herêma Sewlava ya Hewramanê de hatiye dîtin.

Di şikeftekî kevirîn li nêzî gundê ’’Nav’’ a girêdayî bi bajarokê Sawilava ya Hewramanê, ku dîroka wê vedigere bo devrên dawî yên mîs û kevir, di nav de komeke berçav ji mîrat û alavên kevirîn hatine peydakirin.

Nûçegihanê Mêhr ji zarê serokê Îdareya çandê ya Parêzgeha Sine belav kiriye ku ev mîrat piştî lêkolîn û lêgerînê ji aliyê tîmeke Kevnarnasan ve hatiye peydakirin, û dikare zanyariyên zêde derbarê wê dîroka herêmê rohn bike, ku heyanî niha haya me jê tunebûye.

“Sîrwan Mohemediyan” yek ji wan karnasan e ku di wê lêgerînê de beşdar bûye û ragehandiye: “Ew yekem car e ku Şûnwareke wiha dîrokî, di herêma Hewramanê de tê dîtin ku, nîşana berdewamî û berfirehbûna gellek îşkevt û penagehên ku ji aliyê ajeldaran ve di dewrana nîva hizareya çarem a pêş Zaynî de ye”.

Yek ji girîngiyên Kurdistanê, weke hebûna mîratên kêm wêne ji şaristaniyên mirovî yên devrên kevn in, lê belê weke hewce guh pê nahê dan,û gellek caran jî ji aliyê hindek kesan ve têne talankirin.