“Suheyla Hicab” di girtîgeha Qerçekê de dest avêtiye bi girêva birçîbûnê

18:48 - 20 Hezîran 2020

Roja Sêşemî, 27`ê Cozerdanê, hepsiya siyasî ya bajarê Kirmaşanê,“Suheyla Hicab”, di benda qerentîne ya girtîgeha Qerçek a Weramînê de, li hember rewşa aloza xwe û givaşa ser malbata wê, bi nîşaneya nerizayetiyê dest avêtiye bi girêva birçîbûnê.

Herwisa wê hepsiya siyasî ya Kurd, bi nîşana nerizayetî û piştevanî ji nerohniya qeder û ragirtina hepsiyeka dinê ya Kurd, “Zeyneb Celaliyan”, di girtîgeha Qerçek a Weramînê de, dest avêtiye bi girêva birçîbûnê.

Suhêla Hîcab, roja Çarşemî, 28`ê Reşeme ya sala 1398`an, ji aliyê taya 28 a dadgeha înqilab bi serokatiya dadwer “Mihemed Muqîyse”, di bajarê Tehranê de, “Suheyla hicab” bi hindek tohmetên wekî: “Banghêjî dijî hikûmetê, kombûn û hevkarî, têkdana raya giştî bi armanca fitnesazkirinê, avakirina girûpên neyasayî bi armanca mafê jinan û daxwaza rêfrandom û guherîna yasaya bingehîn”, hatibû cezadanê û di gelemperê de 18 sal heps li ser de sepandibû.

Berê jî, “Suheyla Hicab” bi belavkirina “Dilnivîsek”(Dilnivîştê)ê nivîsandibû: “Ya ku bi serê min û Kurdên dinê di Îranê de tê, rojekê dê ku ezê bo mêrg û deryayan bêjim, heya bi hurde keviran peykerekê sazbikin û serbazan jî wê di nav pirtûkên dîrokî de bêne malên xwe, di hember zulm û zorê de hekî agir ji bedena min bilind bibe, ti car serî naçemînim, hekî heya bilindahiya esman ji bejn û balayê min jî nizimtir bibe.

Berê jî, roja Sêşemî, 30`ê Banemerê, bi banghêjiyekê, daxwaz ji wê çalakvana medenî hatibû kirinê ku di roja Sêşemî, 3`ê Cozerdanê, xwe bi dadgeha pêdeçûnê ya bajarê Tehranê re bide nasandin û piştî ku xwe dabû nasandin, ew parêzera Kurd, ji aliyê karbidestên îtila`ata Spaha Pasdaran ve, hatibû binçavkirin.