Spaha Pasdarên rejîmê li Kirmaşanê daristanên Dalahû yê dişewitîne

21:27 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Daristanên xweşik ên Dalahû ya li bajarê Qesrê Şîrîn ya ser bi parêzgeha Kirmnaşanê, ji aliyê Sipaha pasdaran ve hatine şewîtandin.

Li gorî nûçeya hegiştî destê Ajansa Kurdpa yê, di çend rojên derbazbûyî de “Darberrû” yên derdora gundê “Elyas Ehmed” a ser bi devera “Piştteng” a “Zehaw”ê ketina nava agir de û niha jî di agir de dişewitin.

cihê ku di wan çend rojan de di nava agir de dişewitin û niha jî agir lê berdewam e, çêrgehên biniya “Baykewan” a zincîre çiyayên Dalahû ye, ku dikeve Rojavayê parêzgeha Kirmaşanê.

Nûçegihanê Ajansa Kurdpayê serbarê,piştrastkirina agirketinê, ji ziman xelkê deverê ve ragehand ku, piştî bûyera teqe ji karbidestên hikûmetî li “Rîcab”ê, hêzên Sipaha Pasdaran bi awayekî berdewam her çend demjimêran carekî, bilindahiyên deverê topbaran dikin.

Hate ragehandin ku heyan niha çendîn hiktar ji cengelên Darberrû ên herêmê bi tewahî hatine jinavçûn.

Jîngeparêzekî derdorê ku nexwest navê xwe eşkere bike, serbarê nîşandana nîgeraniya xelkê deverê ji berfirehiya agir, ragehand ku, hinek xelkê jîngeparêz amadehiya xwe bona vemirandina agir nîşan dan, lê karbidestên sipahê bi hinceta ewlehîbûna mijarê û herweha hebûn hêzên çekdar ên Kurd, rêgirî ji vemirandina agir kirin.

Eva di demekî de ye ku di çend heftiyên derbazbûyî de, Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê, bi hinceta hebûna pêşmergeyan, gelek cengel û daristan û çêrgehên Şino û Sewlawayê kirin armanca topxaneyên xwe û tevî ziranên zaf berbirû kirin.