Spaha Pasdaran kolberên Kurd dane ber golleyan

21:26 - 11 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên Spaha Pasdaran yên li ser sînorê Nûsûdê, kolberên Kurd dane ber golleyan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 21`ê Xakelêweyê, kolberên Kurd li ser sînorê Nûsûdê rastî gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran hatine.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Spaha Pasdaran piştî gulle berdana li ser kolberan, dest bi azardana van kirine.

Vê çavkaniyê gotiye ku: Hêzên Spaha Pasdaran di heyama gullerşandinê de tu yek ji yasayên teqekirinê berçav negirtine û ev kolberên Kurd kirine armanca teqea rasterast a xwe.

Navendên hikûmetî digel kolber û kasibkarên Kurd li Kurdistanê, wekî qaçaxçiyên alavan reftarê dikin û eva di demekê de ye ku, Kurdên van deveran bi sebeba nebûna derfetên kar û nebûna ewlehiya hikûmetê di van deveran de, li neçarî rûl li karê metirsîdar wekî kolberiyê dikin û her di vê pêwendiyê de jî, hejmareke zêde ji kolberan canê xwe jidest dane.