Spaha Pasdaran ji destê Telegramê aciz e

21:41 - 30 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, bona çêkirina astengiyan li ser riya bikaranîna Telegramê, hewl dide ku nermalavên din çê bike.

Li gora nûçegihaniyan, alîkarê kolêja torên civakî ragehandiye:
“Nermalavên wekî “Sirûş”, “Selam”, û “Bîsfon”ê ku her hemû jî Îranî ne, xwediyên hemû îmkanatên Telegramê ne, û ewlekariya wan jî 16 hemberî Telegramê ye.

“Ruhullah Mo’iminî Neseb” alîkarê kolêja torên civakî ragehand: “Telegram gellek kêşeyên ewlehiyê ji me re pêk tîne, lewra hemû berpirsyarên welat, razî bi fîlterkirina Telegramê ne, lewra di demeke zû de, Telegram wê bê fîlterkirin. Lê dema wê nediyar e, û renge berî hilbijartina serkomariyê be.

Heya niha serokê nawenda neteweyî ya torên civakî Ebûlhesen Fîrozabadî, li dijî vê kiryara hêzên ewlekarî û fîlterînga Telegramê sekinî ye, bi awayekî ku Husên Tai’b serkirdeyê pêşîn ê Besîc ji vê kiryara Fîrozabadî aciz bûye.

Hêjayî basê ye ku “Bîsfon” di destê Îtila’ata Spaha Pasdaran û nermalava “Sirûş” di destê Wezareta Îtila’atê de ye.

Kesên pispor û şareza di vî biyavî de, li ser vê baweriyê ne, ku fîltirkirina Telegramê rêçare nîne, û gellek riyên din hene, bona pêwendîgirtinan, û fîlterkirin, hestiyariya xelkê bona şopandina torên civakî û nermalavên wekî Telegramê zêdetir dike.