Spaha Pasdaran dîsan gef li Partiyên Kurd yên Kurdistana Rojhilat dixwe

16:00 - 7 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdaran gef li partiyên Kurd yên li dijî hikûmeta Îranê xwar û ragehand ku “tolstandina me wê tundtir be”.

Roja Duşemî 15`ê Gelawêjê “Mihemedelî Ce`iferî” fermandarê Giştî yê Spaha Pasdaran û “Mihemed Pakpûr” fermandarê Hêza Bejahî a Spaha Pasdaran di rêûresimekê de, li bajarê Tehranê ku ji bo kuştiyên vê dawiyê yên Spaha Pasdaran yên li bajarê Merîwanê hatibû lidarxistin, gef li partiyên Kurdî yên opozisyona Hikûmeta Îranê xwar.

“Pakpûr” di civîneke rojnamevanî de ragehand ku: “Îsal serbarê dijminatiya xwedîhêzên cîhanê, hemû ev girûpên ku kempnişîn in, û li welatên cîran wekî Herêma Bakûrê Îraqê de, çalak bûne, serbarê çalakbûna van hemû girûpên terorîstî, me kêmtirîn nearamî di van deveran de hebûye”.

Fermandarê hêza bejahî a Spaha Pasdaran daye xuyakirin ku: “Li hemberî hewlên vê dawiyê yên li bajarê Merîwanê, hemû dibe bizanin ku tolstandina me wê tund be, û dem û demjimêra tolstandinê tu kes nizane, lê her cihek bi taybet binkeyên wan yên li Bakûrê Îraqê de, wê bibin armanca tolhildana me”.

“Pakpûr” herwisa da zanîn ku: “terorîst di hemû sînorên me de çalak bûne, û piraniya gefên wan li dawiya sala 1396`an heyanî niha bûne, lê vê yekê dibînin ku ev hêzên çekdar tu nifûzeke wan tunebûye”.

Herwisa “Mihemedelî Ce`iferî” fermandarê giştî yê Spaha Pasdaran îşare bi kuştiyên Spaha Pasdaran yên li bajarê Merîwanê kir û got ku: “Emê derbeyekê di bersiva vê kiriyara terorîstî de li wan bidin, ku bi qasî giraniya wan 11 kuştiyan be”.

Demjmêr 2`ê şeva 30`ê Pûşperê, girûpeke çekdarên nenaskirî êrîşî ser binkeyeke Spaha Pasdran li gundê “Derê” ya li bajarê Merîwanê kirin û ev binkeya bi awayê tewaw ji nav birin”.

Li gora gotina yek ji akinciyên gundê “Derê” di vî şerî de zêdeyî 25 pasdar hatine birîndarkirin û kuştin. Hêjayî basê ye ku wê demê hêzên Sapah Pasdaran, bi alavên şer û herwisa ambolansan ji bo cihê şer hatine şandin.

Di destpêka îsal de heyanî niha, çendîn caran şer û pevçûn di navbera hêzên Kurd yên dijberê hikûmeta Îran û Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran li Kurdistanê de çê bûye, serbarê gefên vê navenda leşkerî, çalakiyên siyasî û leşkerî yên partiyên Kurdî li kûrahiya Kurdistana Rojhilat de berdewam dike.