Spaha Pasdaran dest bi topbarana Herêma Kurdistanê kir

21:20 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Xaka Herêma Kurdistanê cardin bû armanca êrîşên topxaneyî ên Spaha Pasdaran.

Li ser bingeha rapora ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, demjimêr 14`ê piştînîvroya Sêşemiyê 26`ê Pûşperê, topxaneyên Spaha Pasdaran topbarana herêma Gundejor a ser bi Çomanê û herêma Berbizînê a ser bi Sîdekan kirin.

Nûçegihaniya “Kurdpa”yê eşkere kir: Vê topbaranê dom heye, û gellek xisar gehandiye jîngeha vê herêmê.

Çend rojan berî niha jî Rudawê bi belavkirina nûçeyekê ji topbarana gundên Çomanê ji aliyê topxaneyên Spaha Pasdaran ragehand: Di vê topbaranê de gellek xisar gihîşte jîngehê, lê xisara canî tunebû, û gundiyan bi sedema topbaranê cihê xwe terk kirin.

Ji sala 1395`an ve heya niha çendîn carî Spaha Pasdaran xaka Herêma Kurdistanê daye ber topan, û biryargeha “Hemze” hebûn partiyên Kurd ên opozisyon di Herêma Kurdistanê de sedema topbaranê dizanin.

Sala borî Mihemed Pakpûr fermandê Hêza Bejahiyê a Spaha Pasdaran di dijkiryara bi topbarana herêmên sînorî ên Herêma Kurdistanê bi nûçegihaniya Fars rageand: Emê berdewam bin, û dijîşoreş jî di halê perwerdehî û xweamadekirinê ne li dijî ewlehiya me, û li her cihekî bin, emê li wan bidin.

Berpirsên Herêma Kurdistanê berdewam radigehînin: Hikûmeta Îranê û partiyên Kurd ên opozisyon dibe ku pirsên xwe ji riya gotûbêjê ve çareser bikin.