Spaha Pasdaran dest bi ser pezên hevwelatiyekî Kurd de girt

19:48 - 7 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, dest bi ser 140 pezên hevwelatiyekî Kurd yê xelkê devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê de, girit.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyam çend rojên borî de, hêzên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, dest bi ser 140 pezên welatiyê Kurd yê bi navê “Ferhad Sadiqî” xelkê gundê Dizê ya ser bi devera Mirgwer, di gundê “Emîr Abad” a bajarê Şinoyê de girit.

Wî hevwelatiyê Kurd, di gotûbêja digel, Ajansa Nûçegihaniya “Kurdp”yê de, ev yeka erê kiriye ku, hêza Spaha Pasdaran destibser 140 pezên wî de girtiye.

Herwisa navbirî gotiye ku: “Tevî doz wekirina li dijî Saziya Spaha Pasdaran, lê navendên hikûmetî bi sedema gefên saziya Spaha Pasdaran, sikalya min piş guhê xwe xistine û red kirine.

Wî hevwelatiyê Kurd, ev kiryara hêzên Spaha Pasdaran, talankirina serwet û samana xelkê daye zanîn, û herwisa buhaya 140 pezên wî welatiyê Kurd, bi qasî 160 milyon Tûmenî ye, û hêzên Sapahê jî, piştî destbiser de girtina bi ser pezê wî hevwelatiyê Kurd de, her hemû bo kuştargahê veguhastine.

Pêka gotinan, Spaha Pasdaran bi hinceta “ pêşî girtin ji qaçaxkirina pez bo Herêma Kurdistana Îraqê”, vê karî encam dide.

Di vê heyamê de, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di bajarên wekî, Şino, Urmiyê û Pîranşarê de, dest bi ser pezên hevwelatiyên Kurd de giritiye, û hevwelatiyên Kurd jî, vê kiryarê, “talankirina saman û serweta xelkê” didine zanîn.