Spaha Pasdaran çekên giran bo sînorê Bane û Şinoyê vediguhaze

12:07 - 13 Hezîran 2020

Roja Înê 23`ê Cozerdan, Spaha Pasdaran, çek û teqemeniyên giran yên wekî katiyûşa û top bo sînorê Bane û Şinoyê veguhast.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Spaha Pasdaran wan çek û teqemeniyan di binkeyên xwe yên sînorî de cihgir dike.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Avakirina binkeyên nû di sînorên Kurdistanê de pêka biryara Şêwreya Berevanî û operasiyonî ya Spahê di deverên rojavayê welat de tê encam dan.”

Wê çavkaniya agehdar eve jî got: “Ew kiryara Spaha Pasdaran bo mîlîtarîzekirina Kurdistanê li hember çalakiyên Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmta Îranê ye.”

Di heyama salên derbasbûyî de, Spaha Pasdaran bi awayekî berdewam û berfireh çek û teqemenî û alavên şer bo Kurdistanê şandiye.