Spaha pasdaran carek din axa herêma Kurdistanê topbaran kir

17:16 - 29 Çirriya pêşîn 2020

Roja Pincşemî 8`ê Xezelwerê, topxaneyên Spaha Pasdaran dest bi topbarankirina bilindahiyên “Berbizîn” a axa herêma Kurdistanê kirine.

Spaha Pasdaran demjimêr 11:40 xûlekan bi dema Hewlêrê ya Paytexta Herêma Kurdistanê, blindahiyên “Berbizîn”ê topbaran kiriye.  

Herwisa Spaha Pasdaran, êrîşa rakêtî kiriye ser blindahiyên “Telan” a li herêma Kurdistanê.

Êrîşên rakêtî û topxaneyên Spaha Pasdaran ziyaneke zêde bi jîngeha wî deverî gehandiye.