Spaha Pasdaran bi çeka Arpîçî teqe li maşîna welatiyekî Kurd kir

12:53 - 23 Îlon 2020

Roja Pêncşemî 27`ê Xermanan, Spaha Pasdaran di dema lipeyketina maşîna welatiyekî Kurd de, bi çeka Arpîçî teqe li wê maşînê kirine û di encam de çar kesan canê xwe ji det dane.

Nûçegihaniya Kurdpayê nasnameya yek ji wan çar kesên canjidestdayî bi navê “Xidir Bayezêdî” xelkê bajarê Bokanê rûniştiyê şehreka Mîravayê ragehandiye.

Herwisa Nûçegihaniya Kurdpa di vê raporê de ragehandiye, ku hêzên Spaha Pasdaran li nêzê gundê “Konedê” a ser bi bexşa Xelîfan li rêya Mihabad_Serdeştê de teqe li wê maşînê kirine.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê re ragehandiye ku, sê misafirê wê maşînê endamên yek ji Partiyên Kurdî bûne.

Heya niha Spaha Pasdaran û ti aliyek siyasî li Kurdistanê derheq vê bûyerê ti bertekek tinebûne.

Spaha Pasdaran termê wan çar welatiyên Kurd digel xwe birine û radestê malbatên wan nakin.