Bokan; Elî Zulfî, wênekêş û girtiyê siyasî yê berê, hate binçavkirin û veguheztin cihekî nediyar
7ê Pûşpera 1405an a Rojî "Elî Zulfî", welatiyekî Kurd ê xelkê Bokanê, wênekêş û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe bi awayeke bereday hate binçavkirin û veguheztin cihekî nediyar.
Çavkaniyekî agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir; Îro sibê, Yekşem 7ê Pûşperşa 1405an a Rojî, "Elî Zulfî", welatiyekî Kurd ê xelê Bokanê, wênekêş û girtiyê siyasî yê berê, bêyî belgeya dadwerî hate binçavkirin dema ku hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtlaatê êrîşî dikana wî ya wênekêşiyê kirin û veguheztin cihekî nediyar.
Li gorî vê çavkaniyê, di dema vê binçavkirina bereday de, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeyek an destûreke yasayî otomobîla wî ya şexsî jî dest bi ser de girtin û ew bi xwe re birin.
Heta dema belavbûna vê raporê, di herheq sebeba binçavkirina vî girtiyê siyasî yê berê de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane.
Elî Zulfî xwedî derbasiya binçavkirin û mehkûmkirinê ye;
Ew di 30ê Befranbara 1399an a Rojî de, dema ku hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadwerî êrîşî mala wî ya şexisî kirin, û binçavkirin û ji bo cihekî nediyar veguhastibûn, Di vê binçavkirinê de, hêzên ewlehiyê pencere û deriyên mala wî jî şikandibûn. Piştî ku lêpirsîna wî li yek ji navendên ragirtinê yên ewlehiyê yên li Urmiyê temam bû, ew bo Girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin û di 3ê Reşemeha 1399an a Rojî de piştî ku beramteya 200 milyon Tûmenî danî, ji girtîgehê hate berdan. Elî Zulfî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.
Di 23ê Xermanana 1400an a Rojî de, ji aliyê Taxa 101 a Dadgeha Cezayê ya Bokanê ve, bi serokatiya Dadwer Peyman Rostemî, bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" hatibû cezakirin. Ew di 25ê Rezbera 1400an a Rojî de ji bo derbaskirina cezayê xwe hate veguhestin bo Girtîgeha Bokanê û di dawiyê de di 25ê Sermaweza 1400an a Rojî de ji girtîgehê hate berdan.