Seqiz; Mêhran Behramî ji aliyê Hêzên Ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin

21:39 - 29 Hezîran 2026

Roja Şemiyê, 6ê 1405an a Rojî, xortekî Kurd ê bi navê "Mêhran Behramî" xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd li cihê karê wî bêyî nîşandana belgeya dadwerî binçavkirin e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane.