Spaha pasdaran bi armanca nîşanda hêza xwe, jîngeha Kurdistanê ji nav dibe

20:33 - 7 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Dawîn dewra manovra Spaha Pasdaran, di bilindahiyên çiyayê Şaho a girêdayî bajarê Kamyaranê birê ve çû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 15`ê Rezberê demjmêr 9:45 dawîn dewra manovra hêza Spaha Pasdaran di bilindahiyên çiyayên Şaho birêve çû, û hêzên Spaha “Qodis” dest bi topbarana quntara darêstanên çiyayên Şaho kiriye.

Nûçegihanê Ajansa “Kurdpa”yê, li nêzîkî cihê birêve çûna manovra leşkerî daye xuyakirin ku: Ev manovra bi amadebûna fermanderên Spaha Pasdaran birêve diçe, û Spaha Pasdaran bi topbarana bilindahiyên çiyayên şaho û pareke berfireh ya quntara daristanên wir bi agirê topbaranan dişevtînin.

Hevwelatiyê akinciyê gundên derdora devera çiyayê Şaho ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, re derheq birêveçûna manovra Spahê û nîşandana nerazîbûna xwe ,dane eşkerekirin ku, dengê çekên şer di bilindahiyên çiyayê Şaho de, şîpeleke tirs û hov di nav xelkê deverê de çê kiriye û ewlehî û aramiya xelkê têk daye.

Herwisa dibêjin ku: Ev manovra Spaha Pasdaran tenê bûye sedema jinav çûna jîngeha devera çiyayê Şaho.

Heyama 5 rojan berî niha, manovra Spaha Pasdaran bi mifah wergirtin ji hêzên Biryargeha Hemze yên di Kurdistanê de dest bi birêvebirina manovra leşkerî kiriye, û dawîn dewra vê niha birêve diçe.

Ew manovra li gorî daxuyaniya giştî ya hêzên çekdar hatiye lida xistin û çalakiyên taktîkî, çalakiyên topxaneyan, çalakivên şer, hewa nîro, hêla birina hêzên taybet, balafirên bê pilot (pehbad) û emeliyatî ji girîntiîrn beşên vê manvora leşkerî ne.

Li gorî manovra leşkerî ya Spaha Pasdaran ya di bilindahiyên çiyayê Şaho de, pareke berfireh ji quntara daristanên çiyayê Şaho tûşî agir hatin û şevtîn, û çalakvanên jîngehparêziyê, ev manovra Spahê sedema agir berbûna quntara çiyayê Şaho dane zanîn ku: “Hêzên Spaha Pasdaran, pêşî ji çalakvanên jîngehparêziyê bo vemrandina agirê daristanên çiyayê Şaho digirin.