Spaha Pasdaran axa Herêma Kurdistanê bombebaran kir

17:59 - 9 Îlon 2021

Sibêdeha roja Pênşemî 18`ê Xermananê, Spaha Pasdaran deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Malpera navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragihandiye ku ew êrîşa esmanî bi hêceta amadebûna hêza Pêşmergên Kurdistanê di wê deverê de bûye.

Deverên “Hacî Omeran”, Çoman”, Sîdekan” û “Berbizîn”, bûne amanca êrêşên asmanî ya Spaha Pasdaran.

Spaha Pasdaran piştî bombebarankirina wan deveran, dest bi topbaranê kiriye.

Ew êrîşên Spaha Pasdaran xisareke zêde bi jîngeha wan deveran xistiye.