Şorişa gelên Îranê 36 sal bi pey xwe hîşt lê...

15:47 - 11 Şibat 2015
Ajansa kurdpa: Husên Lacurdî –Civaknas û berpirsê Encûmena Lêkolînerên Îranê, bi boneya 36’emîn salvegera şorişa gelên Îranê, bi rêveberiya Xumênî, nameyek servekirî belav kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro 11’ê Şibat (February) hevdem ligel 22’ê Rêbendan, 36 sal bi ser şorişa gelên Îranê bi ser hikûmeta Pehlewî a wî welatî re derbas dibe. Li ser vê pirsê Husên Lacurdî -Berpirsê Encûmena Lêkolînerên Îranê, nameyeke ser vekirî radestî opozosiyon (dijber) ên hikûmeta Îslamiya Îranê dike.

Li wê nameyê de amaje bi vê yekê hatiye kirin: Bûyerên dilêş ên ku li wan 36 salan de qewimîne, li dîroka miravayetî û tarîxa sedsalên dawî ên welatê Îranê dê bêsabiqe ne û nimûneyên welk wan nehatine dîtin. Bêguman îşare kirin bi xirabkariyên hikûmeta Îslamiya Îranê (bi riya mediya û raghihadinan) herçend rastiya wê hikûmeta bû hemû cîhaniyan daye nasandin lê desthilata hakim berdewanm cinaytan dike û xirabkarî û kavilkiriyên xwe didomîne.

Di beşeke din a vê nanmeyê de qala vê yekê jî hatiye kirin: Rastî hekî bê gotin, şûna durişm, torên civakî wek Facbook, gotegot û ... divê em bibînin serbarê wan hemû çalakiyên ragihandinî, şiyan û hêza partiyên siyasî û xelkê Îranê heya çi qasekî bihêz e? gelo! rêçere çiye? çawan divê em bikaribin rêçareyekî bibînin daku ev hikûmeta Îslamiya Îranê dawî bi temenê xwe bîne.

22’ê rêbendana sala 1357’an (11’ê şibata 1979’an) bi bê alîgiriya artêşa Îranê, hikûmeta Şah hilweşiya û şorişa gelên Îranê biser ket. Bi gotina çalakvanên siyasî, biser ketina şorişa gelên Îranê û rêberiya Xumênî, meleyan û Xumênî şoriş bêwatedar kirin (bi şaş fehm kirin û dan famandin)
Naveroka nameyê bi zimanê Farisî li ser beşa Farisî a ajansa Kurdpa bibînin.