Şoreş Berhem bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:32 - 3 Adar 2021

Roja Yekşemî 10`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şoreş Berhem” xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya bi dawîhatina qonaxên dadresiyê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.

Sibêdeha roja Înê 10`ê Rêbendanê, ew welatiyê Kurd bi bê hêbûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.