Şonasa 12 Kes Ji Girtiyên Mehabadê Eşkere Bû

12:29 - 29 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li gor ew çavkaniyên ku li bajarê Mehabadê de belav bûne, bas ji destbiserkirina jimareyek ji welatiyên Kurd ku tê texmîn kirin 40 kes bin, tê kirin ku heta niha şonasa 12 kes ji wan eşkere bûye.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajanssa Kurdpa li Mhebadê, roja 13.12.2011-an heta niha 12 welatiyên bajarê Mehabadê bi navên Osman Mewlanejad, Osman Qadirnejad, Nasir Terîqî, Çiya Mewla Nejad, Ebdulrehman Qadirzade, (Zaniyar) Mihemed Emîn Qadirzade, Simko Osmanî, Murad hesenzade, Hîwa Beyremî, Îsmaîl Hunerpûr, Elî Mewlanejad û Xosrew Zirê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine destbiserkirin.

Di heyemê çend rojên derbazbûyî de pêlek berfireh ji destbiserkirina welatiyên Kurd li aliyê hêzên Îranê li bajarê Mehabadê de dest pê kiriye û eger heye jimar destbiserkiriyan 40 kes bin.

Heta belavbûna vê nûçeyê sedema girtina van welatiyan ne ron e.