So`ida Xedîrzade rojek piştî neştergeriya sizariyenê bi bê hevdîtin digel malbata xwe bo girtîgehê hate zivirandin

17:31 - 24 Hezîran 2022

“So`ida Xedîrzade” girtiya siyasî ya Kurd, xelka bajarê “Pîranşar”ê ku roja Duşemî 30ê Cozerdanê di yek ji nexweşxaneyên bajarê “Urmiyê” zarokbibû, rojek piştî neştergeriya “Sizaryen”ê roja Sêşemî 31ê Cozerdanê, bo girtîgeha bajarê “Urmiyê” hate zivirandin.

Di vê derheqê de çavkaniyek agehdar bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye : “ birînpêç “Pansiman”a  wê ya piştî neştergeriyê ji aliyê hevbendên wê tê guhirîn û malbata wê nekarîne digel wê hevdîtinê bikin û tenanet ji rewşa tendûristiya wê jî agehdar nîne.”

Herwisa  çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku: “ tenaet îzna tomarkirina karûbarên îdarî û çêkirina nasnameyê bo kurê “So`ida”yê, nedane ev kar maye bo piştî berdana wê ji girtîgehê.”

 “So`ida Xedîrzade” girtiya saiyasî ya Kurd û xelkê bajarê “Pîranşar”ê eva zêdetir ji 8 mehane ku li girtîgeha bajarê “Urmiyê” deye.

Roja Duşemî 30ê Cozerdanê, zaroka wê jidayîk bibû.

Berpirsên girtîgeha “Urmiyê” malbata “So`ida Xedîrzade” ji zarokbûna wê agehdar nekiribûn û tenanet agehdar nebûn ku li kîjan nexweşxaneyê de neştergerî bo hatiye encamdanê ku yek ji endamên malabata wê bikare digel de be, berpirsên girtîgehê jinek girtî digel wê bo neşxwexaneyê şandibûn.

Tevî nebaşbûna rewşa pêgiraniya “So`ida Xedîrzade” ku tîmên pizîşkî behis jê kirine, daxwazkariya navbirî bo azadkirina demkî digel dijayetiya dozgera bajarê “Mehabad”ê rûbirû bûye, dozgerê bajarê “Mehabad”ê daxwaza barimetek giran bo azadkirina ew jina siyasî kiribû ku malbata wê şiyana dabînkirina wê barimteyê nîne.

Roja Sêşemî 6`ê Banemerê “So`ida Xedîrzade” xelkê bajarî “Pîranşar”ê  bi nîşaneya nerizayetî û nexuyahiya qedera wê li girtîgehê, dest avêtibû gireva dermanî û birçîbûnê.

Saziya Lêbûrîna Navnetewî bi berteknîşandanek li derheq rewşa tenduristiya “So`ida Xedîrzade” ragihand: “Binçavkirina “So`ida Xedîrzade”yê digel pîverên dadresiya dadperwerane dijayetî heye û di dîtingeha yasayên navnetewî de, ew kare xweserane tê hesibandin.

Berê, ew welatiya di du nemeyan de, ji dadsitanê Pîranşehrê daxwaza azadkirina demkî bi danîna barimteyê kiribû, lê dadsitan û lêpirsê dosiyeya wê jinê, digel wê daxwazê dijayetî kiribûn.

 “So`ida Xedîrzade” di wê daxwazê de ragihandibû, ku niha li rewşek nebaş a girtîgehê de ye û bi sedema ducanbûn, givaşaxwînê, jana gurçîle û dîska piştê û nexweşiya hinavê, man di girtîgehê de jiyana wê xistiye metirsiyê.

Roja Duşemî 17`ê Xezelwera sala 1400`an a Rojî, “So`ida Xedîrzade” ji girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Pênşemî 22`ê Rezbera sala 1400`an a Rojî, hêzên ewlehî yên hikûmetê ew welatiya bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kiribû.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nine.