Sobeya ne Standard li Pîranşehrê Karesat çêkir

15:59 - 8 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: berbûna gaza Karbon Monoksîdê li Sobeyekê di bajarê Pîranşehrê ciwankî 24 salî kuşt.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê Roja 16ê Sermaweza sala 1391 a rojî, seba berbûna gaza Karbon Monoksîdê di maleke sê kesî li Pîranşehrê ciwanekî 24 salî ê bi navê “Mistefa Qadirî” li nexweşxaneya wî bajarî canê xwe ji dest da.

bûyera han li sipêdeya roja çarşemîya bihorî û seba ne standard bûna sobeyê qewimîye.

her wiha “Mesud Hemze Qdirî” û xêzana vî a bi navê “Kulsom Sabunî” seba gaza han jibo nexweşxaneyê hatin şandin û di nexweşxaneyê de hatin besterî kirin.

roja bihorî jî li bajarê Nexedê kesek seba gaza sobeyê cane xwe ji dest da.
Li şeş mehên bihorî de 212 kesan di Îranê de seba gaza sobeyan canê xwe ji dest dane.
Parek mezin ji pirsgirêkên gaz girtinê di welat, seba berçav negirtina standardên çêkirina sobeyan ji alîyê karxaneyên wan û her wisa nebûna lêpirsinê ji alîyê navenda han û berçav negirtina wan sitandardan dêne pêş.