Sîyasetvan Şerafettin Elçi Wefat Kir

12:45 - 26 Kanûna pêşîn 2012
AjansaKurdpa:Parlementerê Amedê û Serokê Giştî yê KADEPê Şerafettîn Elçî wefat kir. Elçî di sala 1938 an de li Cizîrê hatibû dinyayê. Elçî li Enqerê li Nexeşxana Medicana tedawiya pençeşêrê didît.

Birêz Elçi roja Sêşemê jiyana xwe ji dest da piştî rastî nexweşîya penceşêrê hat.

Birêz Elçi endamê parlemana Tirkîyê û serokê Partîya Demokrata Beşdar (KADEP) bû û roleke berçav hebû di sîyaseta Kurdî de.

Sîysetvanê Kurd li sala 1938’ê li Cizîrê li dayik bû.

Şerafettîn Elçî kî bû?
Şerafettin Elçî, di 14 ê Adara 1938 an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Cizîrê û lîse jî li Mêrdîn xwend. Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Ji doza 49’an bi navê “Doza Kurdîtiyê\" hate darizandin. Di 12 ê Adara 1971 an de di nava bersûcê Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê li Dadgeha Leşkerî ya Amedê hate darizandin. 8 mehan li girtîgeha leşkerî hate girtin. Di hilbijartina Parlementeriyê ya sala 1977 an de, wekî parlamenterê Mêrdîn hate hilbijartin. Elçî, di hikûmeta 1978–1979 an de Wekî Wezîrê Bayindirlikê peyvir kir. Piştî darbeya 12 ê Îlonê dîsa hate girtin. Ji ber gotina xwe ya \"Li Tirkiyeyê kurd hene û ez jî kurd im ji aliyê Dadgeha Awarte ya Enqereyê ve hate girtin û 2 sal û 3 mehan rastî cezayê girtîgehê hat.

Dîsa dema wezîr bû ji ber ku kurt kirin kar ji aliyê Dîwana Bilind ve rastî 2 sal û 4 meh ceza hat. Ji ber van cezayan zêdeyî 30 mehan girtî ma. Zêdeyî 10 salan ji mafê xwe yê siyasetê hate dûrxistin. Di sala 1992’an de li gel 98 rewşenbirên kurd Vakfa Azadiyan û Gelê Kurd ava kir. Di sala 1995’an de navê Vakfê wêkî Vakfa Lêkolîn û Çanda Kurdan guhertt. Di dîroka komarê de yekem car navê kurd bi awayekî fermî derbas bû. Di 19 ê kanûna 2006 an de bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Beşdariyê (KADEP) Di hilbijartinê 12 ê Hezîrana 2011 an de li Amedê di bin baneya Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê de wekî parlementerê Serbixwe yê Amedê hate hilbijartin. Elçî zewicîbû û bavê 7 zarokan bû.

Şerefettîn Elçî di 1 0ê Îlona 2011 an de cardin bu serokê KADEPê. Parlamenterê Amedê Şerafettin Elçi ku berî hilbijartinên 12 ê Hezîranê ji bo karibe bibe parlamenterê serbixwe ji serokatîya KADEPê îstîfa kiribû, di 10 ê îlonê de di civîna damezrênerên partiyê de careka din wek Serokê Partiyê hat hilbijartin Ji bo serokê giştî yê KADEPê û parlamenterê Amedê Şerafettin Elçi, seba vê hindê ku di du mitîngan de ‘propogandaya rêxistina terorê kiriye‘ 33 sal cezayê hefsê hate xwestin.