Siyaseta Barzanî xewna serxwebûna Kurdistanê nêzîk dike’

15:32 - 19 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Kovara L‘EXPRESS a Fransî di raporteke xwe ya dirêj de wiha nivîsiye; “Siyaset û Serkirdayetiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bûye sedema pêşketina aborî û siyasî ya Kurdistanê û niha ji her demê zêdetir hêviya wan bi dîtina xewna serxwebûnê heye.

Li gor agehdariyên ku li malera Dengê Azad hatine bilav kirin , Kovara L ‘EXPRESS di hejmara 3210 a roja 09/01/2013-ê de, cih daye raporteke 4 rûpelî ya bi sernavê ‘’Kurdistana İraq: Zemîna Derfet û Lêborînê’’. Di raportê de behsa pêşketinên aborî û siyasî yê Herêma Kurdistanê û rola Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di vê pêşketinê de tê kirin. Di kovarê de wiha hatiye nivîsandin: ‘’Kurdistana İraqê di nav cergê navçeyeke gelekî nearam a cîhanê de ye, lê belê kariye aştî û aramiya xwe biparêze, bibe graveke aram û zemîna derfetan bo hemû hevwelatiyên Kurdistanê û pêkhateyên cuda, herwiha sermayedarên biyanî ku şiyana abaroyî ya Kurdistanê bi tevahî bala van sermayedarên biyanî bi aliyê xwe de kişandiye.

’’ Derbarê paytexta Herêma Kurdistanê de jî wiha tê gotin: ‘’Hewlêr bajarekî dîrokî û qedîm ê Kurdistanê ye, di warê şaristanî, kulturî, aborî û siyasî de, wek bajarekî dewlemend ê Kurdistanê tê hesabkirin û paşeroja vî bajarî gelekî geş e.’’ Herwiha derheqê rewşa îdarî ya Kurdistanê de wiha hatiye nivîsîn: ‘’Di hundirê 20 salên borî de, siyaseta hikûmraniyê ya Herêma Kurdistanê hebû û serweriya yasa têde hatiye parastin. Di vê rewşa aloz a Bexdayê de, Herêma Kurdistanê kariye pêngavên mezin di warê aborî û hikûmraniyê de biavêje û rêz li yasayan hatiye girtin.

Piraniya şirketên biyanî ji bo karkirin û razandina sermayê bê du dilî ji dêlva Bexdayê Hewlêrê hildibijêrin.’’ Di raportê de behsa pêşketina siyasî, kulturî, aborî û geştyarî ya Herêma Kurdistanê jî tê kirin ku siyaseta Herêma Kurdistanê ne tenê pêşketina aborî ye, lê karkirin ji bo dana biryarên çarenivîssaz.

Di raportê de derbarê serkirdayetîkirina Serok Barzanî de jî wiha tê gotin: ‘’Proje û siyaseta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku stratejiyeke piralî peyrew bikin bo bihêzbûn û pêşketina aborî û di warên din de jî pêgeha Herêma Kurdistanê bilind bikin. Herwiha Serkirdayetiya Barzanî bûye sedema bireweriyên tal ên berê ku bi serê gelê Kurd de hatine ji bîra daniştvanên Herêma Kurdistanê neçin û hewl dide nehêle careke din ezmûna tal a borî bi ser Kurdan de dûbare bibe. Roj bi roj jî xewna serxwebûna Kurdistanê li ba daniştvanên Herêma Kurdistanê zindî dibe.’’