Şivan Perwer piştî 9 salan bi du albumên nû vedigere!

12:19 - 15 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Du berhemên nû yên hosteyê mezin ê muzîka kurdî, Şivan Perwer ku ji demeka dirêj ve bi meraq li bendê dihat sekinandin ji alîyê” Pel Recordsê” wekî cote album tên çapkirin.
Li gor nûçeya malpera Dengeazad, Ji van albumên ku bi rêzenavên Şivannameyê tên çapkirin ya yekem Gazind e. Şivan Perwer, bi vê albuma ku ji 10 stranan pêktê, xem û xeyalênxwe û hestênxweyênji dil û can biguhdarvanênxwe re parve dike.

Şivan Perwer, stranên ku bi şêweyên klasîkên mûzîka kurdî nivîsandîye li gel orkestraya sazên bikevan distirê û bi dengê xwe yê bihêz û bi şîroveyên xwe, şêwaz û hilmek nû tevlî muzîka kurdî dike. Gotin û awazên hemû stranên albumê yên Şivan Perwer in.

Tenê strana ‘Yêmo’ ji alîyê Şivan Perwer û Mahmûd Baksî ve bi hev re hatîye nivîsîn. Di albuma Destana Rojava de, ku ji rêze albumên Şivannameyê ya duyem e, Şivan Perwer, tarîxa nêzîk a kurdên Sûrîyeyê ku ji bo azadîya xwe li berxwe didin, êşên wan, nirxên wan ên welatparêzîyê, hêvîyên wan û têkoşîna wan bi şîrovekirineka destanî digihîjîne guhdarvanan. Şivan Perwer, di vê berhema ku bi şêwazeka senfonîk hatîye amadekirin de rêzdarî, heyranî û minetdarîya xwe ya ji bo kurdên Sûrîyeyê ku heta niha bi fedakarî alîkarîya kurdên parçêyên din kirine û ji wan re bûne stargeh, îfade dike. Di albumê de ji xeynî stranên gelêrî, hemû gotin û awazên berhemanên Şivan Perwer in. Hilberînerî, aranjorî û hemû qeydên studyoyê yên albumên Gazind û Destana Rojava ji alîyê Hakan Akay ve hatine çêkirin.

Di albuma Gazind de, bireveberîya Dietmar Mensinger Orkestraya Şivan Perwer a Sazên Bikevan li gel berheman lêdixe. Di her du albuman de jî li gel Şivan Perwer û Hakan Akay gelek muzîkjenên binavûdeng bi amûrên xwe hevkarî û piştgirî kirine. Hilberînerîya ev yekem cotealbumên ku li dûalbuma Sebra Mala ya di 2003yê de li Swedê çap bûbû derdikeve pêşberî hezkirîyên Şivan Perwer, ji alîyê PelRecordsê ve tê kirin. Li Tirkîyeyê belevkirina albumê dê ji alîyê Sony Music, li Kurdistana Başûr û li Irakê jî dê ji alîyê Vîn Production ve bê çêkirin. Album, dê di 18ê kanûna pêşîna 2012an de li Tirkîyeyê û li Kurdistana Başûr di heman demê de derkeve bazarê. Ji hêla din ve dê çapkirina hemû katalogên Şivan Perwer ku heta niha şeş album ji wan çap bûne, di hefteyên pêşîya me de berdewam bike.