Sitandina pere ji xwendevanên Serdeşt û Sine

19:16 - 22 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Berpirsên dibistanên seretayî ên bajarên Rebet, Serdeşt û çend dibistanên bajarê Sine, daxwaza pereyan ji malbatên xwendevanan kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hevdem ligel rewşa sar ya hewaî, berpirsên qutabxaneyên seretayî, li bajarên navbirî, detst bi sitndina pereyan ji malbatên zarokan kirin e ku evê dilgiraniya malbetên hejar ên xwendevanan, bi pey xwe hiştiye.

Peyamnêrê Kurdpa ji Rebet a Rojhelatê Kurdistanê diyar kir ku hînber (xwendevan) ên dibistanên seretayî, divê bihayê 50 hezar Tomen pereyê nexdî, bi neçarî bidin perpirsên wan dibistanan.

Yekek ji wan malbatan ku daxwaza pereyan ji wê hatibû kirin, bi ajansa Kurdpa re got:“ Min tu riyek bo debara jiyanê nine û ez bi kul û derdan re dijîm, ê çava bikaribim wî pereyê diyarî kirî, bidim bi qutabxaneyan.”

Tê gotin ku berpirsên dibistanên seretayî ên Rebetê, bi riya nameyê, daxwaza dirav(pere) ji malbatên zarokan kirin e.

Ji aliyekî din ve li bajarê Sine jî ev bihaya pere ji malbatên hînkeran hatiye xwestin. Herwisa li wî bajarî wek erkekî her roj divê malbatek paqij kirina qutabxaneyan bigre bi stuyê xwe.

Berpirsekî qutabxaneyan ragihand: Dibistanan şiyana dabîn kirina gêzikvan(paqijkeran) nine û divê pêşerojê de malbat bi nobet karê temîz kirina xwendîngehan encam bid in.