Sîrwan Ebdullahî bi danîna barmiteyê hate azadkirin

17:51 - 9 Gulan 2021

Roja Şemî 18 Banemerê, çalakvanekî medenî yê Kurd ê bi navê “Sîrwan Ebdullahî”, xelkê bajarê “Sine”yê, bi danîna barmiteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hate azadkirin.

Ew çalakvanê medenî bi awayê demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgehê hatiye azadkirin.

Ji tohmeta ku bi ser “Sîrwan Ebdullahî” de hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Roja Şemî 4`ê Banemerê, ew çalakvanê medenî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.