Şîpela binçevkirina Welatiyên Kurd li Merîwanê didome

15:37 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: di meşa desteserkirina Welatiyên Kurd de, 2 Welatiyên din li Merîwanê ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatin binçevkirin.

Ubeyd Zarê’î û Elî Tase, 2 Çalakên Xwendekarî ji aliyê Hêzên Emnî yên Bajarê Merîwanê hatin binçevkirin.

Nûçegihaniya hrana belav kiriye ku Ubeyd Zarê’î bi henceta piştîwanî ji Mihemedsidîq Kebûdvend gireva birçîbûnê girtibû ku seva wê yekê hate binçevkirin.

Her wisa piştî desteserkirina wan 2 Welatiyan, kafîneta Roj ku cihê xebata wan bûye haiye daxistin.

Roja şembê 17’ê pûşperê jî 2 gencên Gundê Nê a Merîwanê hatibûn binçevkirin ku heya niha serpêhata wana nerohn e.

Li gor gotina Gundê Nê, hin lawên wî gundî lki tirsa binçevkirin ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komar Islamî ve, li mal reviyane û şev li Çiyayên derdora Gund dirazên.