Sipaha Pasdaran û Îranê nîşan dan ku dustê başûrê Kurdistanê nînin

19:57 - 15 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Fermandarekî paye bilind ê PDK ligel 2 zêrevanên Herêma Kurdistanê ku li Helebçeya başûrê kurdistanê mijûlî kar kirinê dibin ji aliyê hejmarek hêzên Sipaha Pasdaran ên ser bi hikûmeta lslamiya Îranê ve, bo nav axa wî welatî tên revandin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi demekê ragihandinên başûrê Kurdistanê, revandina sertîpekî ser bi wezareta pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, ji gunde “Laweran” ê ser bi Helebçeyê ji aliyê Sipaha Pasdaran ber bi Îranê ve, piştrast kirin.

Nasnameya farmandarê payebilind ê revandî, Behaedîn Mihemmed hatiye ragihandin ku ji endamê berê yê ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê, bi serokatiya Mesûd Barzanî bûye.

Li gor raporta malpera “Woşe”dema revandina wî pêşmergeyê payebilind de, du hevalên wî bi navên Elî Ebdullah û Kuhsar Osman jî bo nav axa Îranê hatine veguhastin.

Wê çavkaniya nûçeyan revandina wan pêşmergeyan bo nav axa Kirmaşan (bajarê Pawe) li rojhilatê Kurdistanê, da destnîşan kirin.

Ji sedemên birina bi destê zorê ya pêşmergeyên nav borî bo nav axa Îranê hîna agahiyek bidest neketiye.