Şino/ Berdewamiya peymana aşîtî ligel xwezayê

21:22 - 6 Nîsan 2015
Ajansa kurdpa: Di berdewamiya peymana aşîtî li gel xwezayê de, vêca li Şinoya rojhilatê Kurdistanê, çend nêçîrwanên bajarê navborî bi şewitandina qefesên firendeyên çiyayî peymana xwe bi sirûştê re nû kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegianiya Kurdpa, 4 nêçîrvanên gundê Bêjawê yê ser bi şinoyê bi dev berdan ji nêçîrê, peymana xwe bi xwezayê re girêdan.

Wan nêçîrvanan di merasîmekî de bi beşdariya hejmarek berçav ji şêniyên wî gundî, kevên xwe azad kirin û qefesên wan jî agir pêxist in.

Jêderekî agah li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa re got: Wan nêçîrvana di wê merasîmê de 15 kev azad kirin.

Herwiha heman jêderê eva jî bilêv kir ku nîçrvanan armanca xwe ji wî karî, hezkirina xwe bi xwezayê re û parastina jîngehê destnîşan kirin.

Hemwelatiyên Kurd bi avayên cihê reng hestên xwe bi siruştê re didin nîşan dan. Bi awayekî ku di du salên borî de bi çalakiyên parastina jîngeh û ekolojî wek; dev berdan ji nêçîrê (tevî qazancên vê), şikandina qefesan, azadkirna firende û çivîkan, herwiha paqijkirina xwezayê ji zibilan û bi şûnde çandina daran, peymana xwe bi siruştê re dane girêdan û wan çalaiyên xwe didomîn in.