Sînemakarekî Şinoyî, fîlmeke berxwedana pêşmerge tomar dike

13:29 - 17 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa kurdpa: Çend sînemakarên Kurd bi alîkariya hunermendên başûrê Kurdistanê, du kurte fîlmên sînemayî li ser berxwedana pêşmergeyên Herêma Kurdistanê (li berevanî kirin ji welat) berhem tînin.

Necat Mewlûdî derhênerê ciwan ê bajarê Şino a rojhilatê Kurdistanê, niha li eniyên bergirî kirin ji êrîşên DAÎŞ’ê ên başûrê Kurdistanê, mijûlî tomar kirina 2 kurte fîlman e.

Necat Mewlûdî ku bi xwe nivîskarê Sînemayî û derhênerê kurte fîlman e, vê derbareyê de ragihand: Bi stu girtina mezaxtina madî a wan kurte fîlman bo nîşandana qaremantiya pêşmerge, em dixwazin çend dîmenên balkêş li ser vê yekê bo raya gişî bidin nîşan dan.
\"24216.jpg\"
Necat Mewlûdî derhênerê sînemayî li Şinoya rojhilatê Kurdistanê
Soran Îbrahîm, Nîwşa Mudîr, Keyhan Enwer, Omer Semîr, Murteza Xan Mihemmedî, Meryem Dûstî û Herdî Hesen, li wan berheman de alîkariya Mewlûdî dikin.

Ew sînemakarê xort ê bajarê Şino-Necat Mewlûdî- sala borî di festîvaleke sînemayî li Hewlêra başûrê Kurdistanê de, xelata baştirîn derhêner, wêneger herwisa ekterê zarokan li fîlma “Xezalek li tarîkî da” (askek li tarîtiyê de) bi dest xist.