Sînemakarê Kurd Bulent Gunduz xelata Ewropaiyan wernegirt

20:08 - 1 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Sînemakarê Kurd Bulent Gunduz ku belgefîmek bi navê “Kurdistan Kurdistan” çêkiribû, karî ku xelata fîlma herî baş ya belgefîlman bi dest bixe.

Li gora nûçegihaniyan, Piştî vê ku di festîvala navneteweyî ya Fîlmên sînemagerên cîhanî di Londonê de derhînerê Kurd Bulent Gunduz karî ku xelata belgefîlma herî baş bi dest bixe, ragehand ku ji ber vê ku Ewropî di pirsa Kurd de durû ne, ez vê xelatê wernagrim.

Navbirî ragehand ku herçend ez bi vê helwesta xwe nikarim boçûna Ewropiyan li ser pirsa Kurd biguherim, lê dîsna jî bi boçûna min ew biryar biryarekî baş û di cihê xwe de bû, jiber ku di welatên Ewropî de, hunermend dikarin ku bandorê li ser fikra siyasetvanan û birêvebirêbên welatan danên, û di vê festîvalê de jî gellek sînemagerên Ewropî beşdar bûn, lewra wernegirtina vê xelatê dikare bandora xwe li ser beşdaran danê, û ew jî vê mijarê dikarin bi siyasetmedarên xwe re bas bikin.

Navbirî herwisa got pêştir jî min ew xelatên ku wergirtibûn, min pêşkêşî wan zarokan kirine, ku ku yan penaber bûne, yan jî li ser riyan jiyana xwe ji dest dane, yan jî şehîd bûne.