Sinê/Zext û Giwaşa hêzên dewleta Îranê bo ser welatiyên Kurd dom dike

13:30 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên pasgeha bajarokê “Hesenawa”ya bajarê Sinê, hejimarek berçav mahwareyên welatiyan zewt kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Dûşem berwar 15’ê Tîrmehê, hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê êrişî ser taxa “Karxane ven”ya bajarokê Hesenawa li nêzîk bajarê Sinê kirin û pitir ji 50 dezga dîş û mahwareyên welatiyên akinciyê vê gerekê zewt kirin.

Bi gotina yak ji şahidên bûyerê hêzên Întizamî ku pitir ji 20 kesan bûn êrişî ser taxa Karxane ven kirin û hemû akinciyên vê taxê bi neçarî mahwareyên xwe kom kirin.

Şahidê bûyerê bilav kir,hêzên Întizamî piştî zewt kirina mahwareyan bi awayekî nivîskî “soz”ji welatiyan wergirtin ku nabe careke din ji mahwareyan mifahê wergirin û eger bihê ew tişta docarkî bibe,vê li hember dadgehê amade bibin.

Berê jî hêzên Întizamî yên pasgeha “Hesenawa”çendîn caran desga û dîşên welatiyan li taxa “Sipûrava”ya bajarê Sînê zewt kiribûn.