Sine/ Xwenîşandana Sofiyan qaşo DAÎŞ’ê

20:08 - 6 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek berçav ji Sofî û Derwêşên bajarê Sine a Rojhilatê Kurdistanê, bo protisto kirina Dewleta Îslamiya Îraq û Şam “DAŞÎ”, rjyan ser şeqaman.

Li gorî raporta ajansa nûçeghihaniy Kurdpa, Derwêşên Kurd ên rêbaza “Neqişbendî” û “Qadirî” piştevaniya xwe ji hemwelatiyên Kurd ên ketinî ber êrîşên DAÎŞ’ê re ragihandin û çekdarên wê rêxistinê şermizar kirin.

Di kombûna roja doh de bi sedan Sofiyên Kurd pişikdarî kirin ku welatiyên sivîl û xeynî derwîş ên bajarê Sine a rojhilatê Kurdistanê jî tevlî wê xwenîşandanê bûn.

Kombûna nerazîbûn a derwêşên Sine, ji aliyê mihendis Hisam Şerîetî, Seyîd Behaedîn Hûsênî, Xelîfe Celal Zendî û Şêx Zahir Hûsênî peyrewên rêça “Neqişbendî” û“Qadirî”ve, hat lidar xistin.

Di xwenîşandanê de Sofî û derwêşan bi lêdana defik û gotina peyvên taybet bi xwe (zikir), ji meydana“Nemekî” heya mizgefta“Cami”meşiyan.

Rêxistina Dewleta Îslamiya Îraq û Şam (DAÎŞ), dema êrîş liser Îraq û Sûriyê, bi dehan Derwêşxane û xaneqayên Sofiyan kavil kirin.

Bi gotina Mixtar Hûşmend çalakvanê siyasî û agah bi pirsên Îslama Siyasî, DAÎŞ bi qasekî di cî bi cî kirina hukmê Îslamî de tundajo ye ku girûpa EL Qayd kafir bi nav dike.

Piştî êrîşa DAÎŞ’ê bo ser deverên Kurdakincî li başûr û rojavayê Kurdistanê, welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê, bi lidarxistina kampaniyayên alîkariyên madî ,destek kirina xwe bi kurdên beşên din ên Kurdstanê re nîşan dabûn.

\"24057.jpg\"

\"24059.jpg\"

\"24060.jpg\"

\"24056.jpg\"

\"24052.jpg\"

\"24054.jpg\"

\"24053.jpg\"

\"24055.jpg\"

\"24063.jpg\"